Hatûçûya navbera bajarên Kurdistanê bi îzin stendin dibe

bi merc îzn tê dayîn
کوردستان TV
100%

Wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku di çarçoveya tedbîrên dijî Koronayê de hatûçûya navbera bajarên Kurdistanê hatibû qedexe kirin û niha di heman çarçoveyê de, ew qedexe didome.

Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê, bo wergirtina îznê bo hatûçûya navbera bajarên Kurdistanê bi rêya onlîne îzn bi welatiyên ku pêdiviya wan bi serfer kirinê heye tê dayîn lê lazime welatî forma ku li ser malpera taybe bo vê mebestê hatiye amadekirin bi dirostî û li ser esasê zaniyariyên rast were tîje kirin û eger zaniyarî şaş bin îzn nayê dayîn.

Herwiha hatiye zanîn keskên ku îzn ji wan re tê dayîn lazime demamik û destkêş bikar bînin beruvajî rê bi wan nayê dayîn.

Bo tîje kirina forma îzn dan bi hatûçûyê welatî dikarin serdana vê malperê bikin.

https://www.moi.gov.krd/tregapidan

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.