Di rojekê de 4 hezar û 500 kes bi Koronayê ketine

heta niha 313 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Rûsyeyê di nava rojekê de zêdetir ji 4 hezar û 500 kes li seraserê vê welatî bi Koronayê ketine.

Çapemeniya Rûsyeyê li ser zarê ajansa rûbirû bûn û pêşî girtin ji Koronayê ya Rûsyeyê belav kir ku di nava rojekê de bi giştî 4 hezar û 785 kes bi Koronayê ketine.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku di rojekê de bi giştî 40 kes jiber koronayê canê xwe ji dest dane û 467 kesên din jî ji Koronayê rizgar bûne.

Heta niha li Rûsyeyê bi giştî 36 hezar û 793 kes bi Koronayê ketine û 313 kesên din jî jiber koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.