Joe Biden, Trump ser têkoşîna dijî vîrusa Korona rexne dike

dibêje weke pêwîst li dijî Korona têkoşîn nedaye
کوردستان TV
100%

Joe Biden, ku çaverê ye bo hilbihartina seroktiya Amerîka bibe berbijarê Partiya Demokrat, Donald Trump ser têkoşîna dijî vîrusa korona rexne kir.

Biden bi vîdeoyekê ji Twitterê diyar kir ku Trump di têkoşîna dijî vîrusa korona de bi ser neketiye.

 ‘’ Biden got: Trump guh neda hişyarîyên pisporên saxlemîyê û servîsên îstixbaratê û wî bi rêberên Çînê bawer kir, niha em hemî bedela wan tiştan didin..

Wî da zanîn ku Trump ji têkoşîna dijî vîrusê pirtir bala xwe daye ser peymana bazirganiyê ya bi Çînê re.

Vîrusa korona li Amerîka ketiye canê pirtir ji 680,000 kesan û 32,232 kesan jiber wê jiyana xwe ji dest dane.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.