PDK: PDK ti têkilî bi şandina hêzên pêşmerge bo Wertê nîne

dibêje tenê hikûmet xudan desthilate ku hêzên leşkerî bilivîne
کوردستان TV
100%

Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê derbarê şandina hêzên ser bi wezareta pêşmerge bo Zîna Wertê daxuyaniyek weşand û tê de ji raya giştî re ragihand ku şandina hêzên pêşmerge bo Wertê ne karê PDKê belku karê wezareta pêşmergeye.

Di daxuyaniya PDKê de hatiye diyarkirin ku PDK ti têkiliyeke xwe bi şandina hêzên pêşmerge bo Wertê re nîne, belku ev hêza han bi biryara wezareta pêşmerge di çarçoveya tedbîrên dijî Koronayê de ev hêz bo deverê hatiye şandin.

Mekteb siyasiya PDKê eşkere kiriye ku PDKê di aloziyên vê dawî yên Wertê de ne beşdare û ne beşêke ji wan aloziyan.

Mixabin hinek kes û alî di nava YNKê de dixwazin weke hertim ev babet û babetên din bi hizbî bikin, li ser vê mijarê tenê hikûmeta herêma Kurdistanê ku hikûmeteke meşrû û hilbijartiye xudan vê desthilatêye ku hêzên pêşmerge bixe liv û tevgeran.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.