Civata wezîran çend biryarên nû der kir

heta 2ê Gulanê dezgehên fermî nayên vekirin
کوردستان TV
100%

Îro bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civata wezîran civiya û piştî bi dawî hatina civînê jî Seorkwezîr li ser pêgeha xwe wisa nivîsand;

Îro çarşem 15/4/2020 bi rêya telekonferansê me gerînendetiya civîna civata wezîran kir û rewşa tendirostî û abûrî nirxand û giftûgo li ser pêşhat û pilanên taybet yên bo rûbirû bûna Koronayê kir.

Me tekez li ser vê yekê kir ku tevahiya hewlên xwe bi tevger dikin daku bargiranî li ser xelk were sivêk kirin bi awayek ku bandorê li ser cîhbicîh kirina şîretên tendirostî yên bo xwe parêziyê neke.

Hevdem ku jiber pêbendiya xelkê bi şîretên tendirostî me spasiya xelkê kir, di heman demê de jî biryar hate dayîn daku betlana fermî ya dezgehên hikûmetê heta 2ê Gulanê berdewam be û şîretên xweparastinê jî berdewam bin.

Herwiha biryar hate dayîn ku wezîrê herêmê bo têkiliyên li gel hikûmeta federal were pîwerdarkirin daku li gel aliyên têkildar yên hikûmeta federal amadekarî bo şandina şanda herêma Kurdistan bo Bexdayê bi mebesta giftûgo kirin li gel wezaretên têkildar yên federal, bi armanca wenêrîn kirin bo maf û şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê û yek xistina hewlan bo rûbirû bûna qirîza Korona, qirîza darayî li Îraq û herêma Kurdistanê de.

Di beşeke din ya civînê de bi minasebeta 32mîn salvegera enfalê û tawana genocide, me daxwaz ji hikûmeta federal kir erkên xwe yên destûrî cîhbicîh bike bo qerebû kirina kesûkarên qurbaniyên vê tawana han û qerebû kirina Kurdistanê jiber tevahiya wan zirarên ku di encama siyasetên wêrankarî yên rejîmên berê de ber ketine, weke ku di destûrê de hatiye diyarkirin.

Me êrîşa hefteya derbasbûyî ya terorîstên DIŞIê jî ya bo ser bajarokê Kuleco şermezar kir ku bibû sedema şehîd bûna du pêşmergeyên qehreman û birîndar bûna çend pêşmergeyên din, ev êrîşa han vê yekê bi bîra me tîne ku hîn jî metirsiya terorê bi dawî nehatiye.

Spasiya hêzên pêşmerge hate kirin ku ji bilî erkê xwe ya bo parstina herêmê ji êrîşên terorîstan, hevkariya hêzên asayîş û navxwe dide bo cîhbicîh kirina şîretên tendirostî yên box we parastinê.

Herwiha jiber cena Qiyame û sersala olî ya Êzidiyan jî me pîrozbayî pêşkêşî xuşik û birayên Mesîhî û Êzidî kir.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.