Şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê agir bi qontarên çiyayê Qereçoxê ya li devera Mexmûrê berdan.
Li gor zaniyariyên berdest şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li nêzî gundên Elîşe Reş û Berdespî ya ser bi Mexmûrê ve agir bi qontarên çiyayê Qereçoxê berdane.
Ev dever, yek ji wan deveraye ku têde boşatiya ewlekarî heye û terorîstên DIŞIê jî vê yekê weke derfet bikar tînên daku kiriyarên xwe yên terorîstî zêdetir bikin.
Weke tê zanîn di destpêka îsal de hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî jî bi hevbeşî li deverê operasiyonek lidar xistin bûn û hijmareke zêde terorîst hatibûn kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin