Li cîhanê zêdetir ji 2 miliyon kes bi Koronayê ketine

heta niha zêdetir ji 119 hezar kesan canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Belav bûna Koronayê li cîhanê didome û heta niha hijmareke gelek zêde xelk ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gor nûçeyeke Worldometers ji roja yekem ya derketina Koronayê heta niha li seraserê cîhanê bi giştî zêdetir ji 2 miliyon kesan bi Koronayê ketine.

Herwiha hate zanîn ku heta niha ji ber Koronayê bi giştî 119 hezar û 779 kesan canê xwe ji dest dane û 453 hezar û 15 kesên din jî ji Koronayê rizgar bûne.

Niha li her yek ji Amerîka, Îspanya, Îtalya û Rûsyeyê rewş gelek aloze û duhê Serokê Rûsyeyê diyar kiribû ku rewş gelek aloze vê aloztir bibe û eger pêdivî be emê karînên artêşê jî bo dijî Koronayê bikar bînin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.