Qesira Sipî: Trump dê Anthony Fauci ji kar dûr nexe

jiber gotibû ku dikarîn gelek kesan ji mirinê rizgar bikin dixwest ji kar bavêje
کوردستان TV
100%

Qesira Spî ragihand ku Serok Donald Trump dê Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşiyên Enfeksiyonî Anthony Fauci ji kar dûr nexe.

Trump ji Twitterê etîketeke ku têde ‘’Faucibiqewitîne’’ hebû belav kiribû û li ser vê gumana jikardûrxistina Fauci ketibû rojeva Amerîkayê..

Di daxuyaniya Qesira Spî de hate gotin ku ‘’Gotegotên di medya de bêwate ne û Serok Trump dê Dr. Fauci ji kar dûr nexe’’

Fauci ji kanala CNN’ê re gotibû ku ku ger wan dijî vîrusa korona zûtir tedbîr ragihandana wan dikaribû gelek kesan ji mirina rizgar kiriba..

Li gor agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka zêdetir ji 570,000 pêketiyên vîrusa korona hene û wê vîrusê li wir heta niha 23,078 kes kuştine

Bi destkarîve ji Voa hatiye wergirtin

 

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.