Di bîranîna 32mîn salvegera enfalê de Serok Barzanî peyamek pêşkêşî raya giştî kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Di bîranîna 32mîn salvegera pila reş ya enfalê de ya li dijî zarokên gelê me de, em silavên xwe bo rihê paqêj yê şehîdên enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê dişînin û sersaxiyê jî li malbet û kesûkarên serbilind yên enfalkiriyan dikim.
Her çend di salên derbasbûyî de gelek hewl bo nasandina enfalê weke genocide li ser asta cîhanê, qerebû kirina kesûkarên qurbaniyên enfalê, dîtina cenazeyên enfal kiriyan û vegerandina wan bo ser axa xwe hatin dayîn lê mixabin heta niha encameke wisa nehatiye bidestanîn.
Ji ber vê yekê dîsa tekez li ser vê dikim ku lazime hevlên nasandina enfalê weke genocide li ser asta cîhanê berdewam bin û bigehêjin encamekê.
Hikûmeta Îraqê jî bo qerebû kirina kesûkarên enfalkiriyan berpirsiyare û lazime hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi baştirîn awayî xizmeta malbetên şehîd û enfalkiriyan bike û termên pîroz yên tevahiya şehîdên enfalê vegerîne ser xaka nîştimanê.
Hezaran silav bo rihê paqêj yê şehîdên enfalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê
Mesûd Barzanî
14/4/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin