Mesrûr Barzanî: Em berdewam dibin li ser bi cîhanî kirina genocide enfalê

dibêje lazime hikûmeta Îraqê jî berbpirsiyartiyên xwe bicîh bîne
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê di bîranîna 32mîn salvegera enfalê de peyamek belav kir ku ev jî tekesta vê ye;

Îro 32 sal bi ser mezintirîn pila genocide kirina gelê Kurdistanê re derbas dibe ku beşek bû ji zincîreya pila genocide kirinê ku armanc jê ji nav birina nasnameya netewî ya gelê Kurdistanê bû.

Bîr anîna ev tawanên mezin yên ku li hember xelkê Kurdistanê û li ber çavên cîhanî hatine kirin û hezaran kesên bêtawan bûne qurbanî, nabe tenê bîranîneke normal ya êrş û azarên me be, belku lazime bi hemû awayek hewl bo ji nav birina ev eqilê şovenî û regezperest were dayîn li pişt pêk anîna tawanên genicode kirin û enfalêne, ku tevahiya deverên Kurdistanê dabû ber xwe û birîneke kûr û jibîr nekiriye di nava leş û bîranînên gelê Kurdistanê de.

Hikûmeta herêm Kurdistanê hevdem ku hewlên bi navnetewî kirina dosyeya enfal û nasîna wan tawanan weke genocide didomîne hevdem hewl bo baştir kirina jiyana kesûkarên şehîdan û qurbaniyên enfalê dide û lazime devleta Îraqê jî berpirsiyartiya destûriya xwe bo qerebû kirina ev tawanên mezin bicîh bîne û dilniyayiya vê yekê bide ku di pêşerojê de nayên dubarekirin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

14/4/2020

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.