Navenda seqanasî û erdhejnasiya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û tê de behsa vê yekê kir ku şev derdorê seat 2 û 19 deqîqeyan de, erdhejek çend deverên Kurdistanê hejandiye.
Li gor daxuyaniya han tundiya erdhejê 3.05 pile li ser pîvana rîxter bûye û di kûrahiya 10km di bin erdê û 29km dûr ji Koye û 41kmê dûrî Çemçemalê çê bûye.
Herwiha îro di sesat 7 û 26 deqîqeyan de erdhejeke din bi tundiya 2.8 ku di kûrahiya 10km û 20 km dûrî Xaneqînê çê bûye, dever hejandiye.
Ev her du erdhejên han ti zirarek li pey xwe ne anîne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin