HRE’yê duh li navçeya Şêrawa ya Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker du çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.
Daxuyaniya HRE’yê ya têkildarî mijarê wiha ye:
“Roja 11’ê Nîsanê hêzên me li navçeya Şêrawa ya bi ser bajarê Efrînê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke taybet û çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encama van çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn. Her wiha 2 jê doçka lê barkirî, bi giştî 3 seyare jî hatin rûxandin.
Ev her du çalakî ji bo tolhildana 3 hevalên me (Egît Şerqiya, Ferman Bilbilê, Xabûr Efrîn) yên ku di êrîşa 10’ê Nîsanê ya li ser navçeya Şêrawa de gihîştibûn şehadetê, hatine lidarxistin.
Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, qadên sivîlan bi dijwarî topbaran dikin. Di van topbaranan de welatiyekî sivîl birîndar bû
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin