Îro danê sibê li bajarê Kerkûkê teqîneke din çê bû.
Di vê derbarê de polîsê Kerûkê ragihand ku îro danê sibê di encama teqînekê de ku karwaneke hêzên polîs yên li Kerkûkê kiribû amanc, polîsek canê xwe ji dest daye û polîseke din jî birîndar bûye.
Heta niha nayê zanîn ku teqîn ji aliyê kî, kê , ve hatiye pêkanîn.
Her îro danê sibê bombeyeke din bi tirimbîleke Jeneraleke polîs ya Kerkûkê re teqiya bû.
Di nava hefteyekê de ev çaremîn teqîne ku li Kerkûkê pêk tê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin