Cenazeyê Kolberekî Kurd hate dîtin

beriya çar rojan wenda bibû
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest ji Rojhilatê Kurdistanê, cenazeyê Kolberekî Kurd yê ku beriya 4 rojan wenda bibû, hatiye dîtin.

Jêder behsa vê yekê kirine ku ev Kolberê Kurd yê ku navê vî Esker Mihemediye, beriya 4 rojan li çiyayên Çaldiranê wenda bibû û kes ti zaniyarî derarê vî de nedizanî.

Pişt re şêniyên deverê, cenazeyê vî li çiyayên nêzî Çaldiranê dîtine.

Hîn jî derbarê sedema mirina vî Kolberî de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.