Hijmara miriyan li Tirkiyeyê zêde bû

qedexe li 30 bajarên mezin hatiye ragihandin
کوردستان TV
100%

Korona bilez li Tirkiyeyê belav dibe û her roj li gor amarên fermî zêdetir ji 3 hezar û 500 kesan li vê welatî bi Koronayê dikevin.

Li gor amara dawî ya wezareta tendirostî ya Tirkiyeyê heta niha li vê welatî hezar û 6 kes ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 35 hezar kesên din jî bi Koronayê ketine.

Piştî zêde bûna hijmara miriyan û kesên ku bi Koronayê dikevin, hikûmeta Tirkiyeyê bi neçarî li 30 bajarên mezin yên vê welatî qedexeya hatûçû ragihand.

Qedexe vê 2 rojan bidome û pişt re li gor rewşê biryar li ser domandin anjî hilweşandina qedexeyê were dayîn.

Hikûmeta Tirkiyeyê berê bi ti awayî nedixwest qedexe ragehîne.

Ev qedexe li 30 bajarên mezin hatiye ragihandin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.