Îro danê sibê devera Çemçemalê bi sê erdhejan sê caran hejiya.
Li gor daxuyaniyeke navenda seqanasî û erhejnasiya Kurdistanê îro pênceşm danê sibê sê erdhej li devera Çemçemalê çê bûne.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku erdhej di navbera seat 8 û 30 deqîqeyên sibê heta 9 û 26ê deqîqeyan de çê bûne û tundiya wan 3 heta 3.7 pile li ser pîvana rîxter bûye.
Erdhej 10 heta 12km dûrî navenda Çemçemal û 33km dûrî navenda Kerkûkê çê bûne û ti zirarek li pey wan nebûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin