Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefûnê sersaxî da malbetên wan pêşmergeyên ku şeva derbasbûyî li devera Kuleco şehîd ketibûn.
Serokwezîr li ser pêgeha xwe ya taybet di vê derbarê de wisa nivîsandiye;
Êvara îro çarşem 8/4/2020 bi rêya telefûnê bi awayeke cuda sersaxiyên xwe pêşkêşî malbetên her du şehîd ( Serkêv Hemereşîd û Îsmaîl Faris Resûl) kir ku duhê bişev di êrîşeke terorîstên DIŞI ya bo ser bajarokê Kuleco şehîd bibûn. Me hevxemiya xwe bo kesûkarin wan diyar kir û stayîşa her du pêşmergeyên qehreman di şerê DIŞIê de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin