Serok Barzanî peyameke hevxemiyê pêşkêşî malbeta wan pêşmergeyan kir ku duhê şev di encama êrîşeke terorîstên DIŞIê de şehîd ketibûn û ev jî tekesta peyama Seroke;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke zêde şeva derbasbûyî di encama êrîşa terorîstan de bo ser sengerekî Pêşmerge û rûbirûbûna hêzên Pêşmerge û terorîstên DIŞIê li tixûbê bajaroka Kuleco li Germiyan du Pêşmergeyên ser bi Lîwaya Pêncê Piyadeya Wezareta Pêşmerge yên bi navên Îsmaîl Faris Resûl û Sûrkêw Heme Reşîd Parezanî şehîd bûn.
Pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesukarên serbilindên şehîdên şeva derbasbûyî ya Kuleco dikim û xwedayê mezin hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Ev cûre êrîş belgeyeke rûne li ser wê yekê ku terorîstên DIŞIê xwe rêkxistine û gefeke berdewamin li ser asayîş û jiyana welatiyan. Her ji bo wê yekê jî pêwîste ji navbirin û nehiştina terorê wekî ewlewiyetekî serekiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û hevpeymanan bimîne.
Mesûd Barzanî
08.04.2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin