Wezareta pêşmerge: Êrîşên DIŞIê zêde bûne

dibêje li deverê de boşatiya ewlekarî heye
کوردستان TV
100%

Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê derbarê êrîşa duhê şev ya terorîstên DIŞIê de bo ser hêzên pêşmerge daxuyaniyek belav kiriye û tê de behsa vê yekê kiriye ku mixabin duhê bi şev du pêşmerge ji ber êrîşa terorîstan li Kuleco şehîd bûne.

Wezaret di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku terorîstên DIŞIê belav bûna Korona û vekêşîna hêzênAmerîkî li wan deveran, bo xwe weke derfet bikar tînin û êrîşên xwe yên terorîstî zêdetir kirine.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku niha li wan deveran (deverên di bin destê artêşa Îraq û çekdarên heşda şebî de) boşatiyeke ewlekarî heye û terorîstên DIŞIê ji vê boşatiyê fêde werdigirin û êrîşên xwe zêde dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.