Duhê bi şev terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin û du pêşmerge şehîd bûn.
Li gor zaniyariyên Kurdistantvê, duhê bi şev terorîstên DIŞIê li sînorê Kolecu ya ser bi devera Gerimiyanê terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirine û di navbera hêzên pêşmerge û terorîstan de şer û pevçûn çê bûye û di encama pevçûnê de du pêşmerge yên ser bi lîwaya pênc ya Şarezûrê şehîd bûne.
Herwiha hate zanîn ku hêzên pêşmerge di pevçûnê de derbeke dijwar li terorîstan dane û çend terorîst jî hatine kuştin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin