li Kurdistanê 11 berketiyên Koronayê baş bûn

7 li Silêmanî û 2 li Hewlêrê ne
کوردستان TV
100%

Birêveberê tendirostiya Silêmanî ragihand ku 9 welatiyên ku bi Koronayê ketibûn baş bûne û bo mala xwe hatine şandin.

Birêveberê tendirostiya Silêmanî Dr, Sebah Hewramî ragihand ku 9 welatiyên din yên ku bi Koronayê ketibûn, rewşa wan baş bûye û bo mala xwe hatine vegerandin.

Sebah Hewramî diyar kir ku li Silêmanî 7 û li qezaya Çemçemal jî 2 bi giştî 9 welatî piştî wergirtina çareseriyê baş bûne û bo malên xwe hatine vegerandin.

Ji aliyeke din ve li Hewlêrê jî 2 welatiyên ku bi Koronay ketibûn rewşa wan baş bû û bo mala xwe hatin vegerandin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.