Efserek û du polîsên Îraqî hatin revandin

heta niha çarenivîsa wan nediyare
کوردستان TV
100%

Terorîstên DIŞIê li başûrê Kerkûkê Efserek û du polîsên Îraqî revandin.

Di vê derbarê de jêderek ji navenda polîs ya Dûbizê ya li Kerkûkê ji Kurdistantvê re ragihand ku îro terorîstên DIŞIê piştî bi dawî hatina operasiyona lêgerîna artêş û polîsên Îraqê li deverê de êrîşî ser hêzên Îraqê kirine û karîne Efserek û du polîsên Îraqê birevînin.

Heta niha bo azad kirina wan kesan ti hewl nehatiye dayîn û kes ji çarenivîsa wan jî tiştek nizane.

Weke tê zanîn piştî 16ê Cotmehê, rewşa Kerkûk û derdorê gelek aloz bûye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.