Li Kerboranê ji ber operasyona leşkerî, derketina derve hatiye qedexekirin

operasiyon îro destpê kiriye
کوردستان TV
100%

Li Kerboranê, navçeya Mêrdînê ji ber sedema ku operasyona leşkerî hatiye destpêkirin, derketina derve li sê taxan ango gundan hatiye qedexekirin.

Walîtiya Mêrdînê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye ku ji ber wê operasyona leşkerî bê destpêkirin li navçeya Kerboranê, li tax ango gundên Harmanli, Kismetli û Karagolê derketine derve qedexe ye.

Biryar roja 6ê Nîsana 2020an saet 23.00ê dest pê kiriye û heta biryareke din wê pêk were.

Walîtiyê di heman daxuyaniyê de diyar kiriye ku ev biryar li gorî Qanûna Rêveberiya Bajaran a hejmar 5442yê hatiye standin.

Bianet

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.