Nunerê hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê li Îraqê ragihand ku vê îro hêzên hevpeymaniya cîhanî li navenda leşkerî ya Ebûxorîb ya li Rojavayê Bexdayê vekêşin.
Li gor daxuyaniyê ku ji aliyê nunerê hevpeymaniya cîhanî ve hatiye belavkirin, vê îro hêzên hevpeymaniyê ji vê navendê vekêşin û navendê radestî hêzên leşkerî yên Îraqê bikin.
Weke tê zanîn di nava 40 rojên dawî de hêzên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî heta niha ji 5 navendên xwe yên leşkerî vekêşane û navendên han radestî hêzên Îraqî kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin