Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, Perestarek ciwan yê ku li nexweşên Koronayê dimêzand, jiber Koronayê canê xwe ji dest daye.
Li gor nûçeyeke Kurdpayê, perestarê ciwan Mihemed Yarehmedî îro duşem li nexweşxaneya bajarê Seqizê jiber ketin bi Koronayê canê xwe ji dest daye.
Mihemed yek ji wan 40 nûjdar û perestarên nexweşxaneya Seqizê bû ku beriya niha birêveberê nexweşxaneyê Dr. Rehîm Yûsifpûr behsa wan kiribû û gotibû bi Koronayê ketine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin