Rêveberiya Xweser dema qedexeya derketina derve heta 15 rojên din dirêj kir

heta niha li Rojavayê kes bi Koronayê neketiye
کوردستان TV
100%

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema qedexeya derketina derve heta 15 rojên dîtir dirêj kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê dema dirêjkirina qedexeya derketina derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji bo parastina berjewendiyên giştî û zêdekirina li ser biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev biryar da:

1- Dema qedexeya derketina derve li gorî biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an ji sibê ve heta 15 rojên dîtir hat dirêjkirin anku ji 07.30.2020’an heta 21.04.2020’an.

2- Li gorî benda 4’an a biryara bi hejmara 29’an a 19.03.2020’an jî dermanxaneyên çandinî û beyteriyê, dikanên sererastkirina parçeyên alavên çandiniyê (patoz, traktor û hwd) divê ji saet 5’ê berêvarê heta 1’ê sibeha roja din vekirî bin.

3- Bi vê biryarê kesên têkildar tên agahdarkirin

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.