Ednan Zurifî: Ez berbijêrê xelkê Îraqê me

aloziyên navbera aliyên şîe hîn jî didomin
عەدنان زورفی
کوردستان TV
100%

Berbijêrê postê Serokatiya Îraqê Ednan Zurifî di gotareke xwe de ragihand ku li benda civîna parlementoya Îraqê ne bo ku parlemen, dengê baweriyê bide kabîneya vî.

Zurifî herwiha eşkere kiriye ku ev dikare di nava du rojan de lîsteya kabîneya nû radestî parlementoya Îraqê bike.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku ev berbijêrê rastîn yê xelkê Îraqê ye û ne berbijêrê Îran û hêzên biyaniye.

Hêjayê gotinêye ku hin aliyên siyasî yên şîe li dijî Zurifî lihev kirine û dixwazên keseke nû bo postê Serokwezîriyê berbijêr bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.