Artêşa Tirk û çeteyên wê malên li gundê Şergirak hildiweşînin

gund li başûrê Eyin Îsa li nêzî rêya M4 e
کوردستان TV
100%

Li gorî çavkaniyên ji gundê Şergirak, artêşa Tirk piştî ku sivîl ji gund koçber kirin, malên wan hilweşandin.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku duh artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên sivîlên gundê Şergirak ê dagirkirî hilweşandin. Gundê Şergirak ê ku artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, li başûrê navçeya Eyn Îsa ye û li rex rêya M4 e.

Navên hin kesên malên wan hatine hilweşandin, wiha ne; Mitleq Hemed El-Ebo, Telq Hemed Ebo, Hemed Telq Ebo, Mihmed Elî Telq Ebo, Nefel Hemed Ebo, Hisên Nefel Ebo, Abullezîz Mitleq Ebo, Deham Mitleq Ebo, Xazî Mitleq Ebo, Mehmûd Ehmed Qeraca, Mihmed Ehmed Qeraca, Qeraca Ehmed Qeraca, Ehmed Îbrahîm Abdullah, Xalid Ehmed Abdullah, Kemal Mihmed Xedeb, Ehmed Abdulhemada, Mihemed Abdullah û Abdullah Ehmed Hemada.

Hilweşandina malan hîn jî berdewam e.

Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Şergirak dagir kir, şênî li kampa Girê Spî ya ku Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberên ji kantona Girê Spî û gundewarên wê vekir, bi cih bûbûn

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.