Çîn di şerê Koronayê de hevkariya Amerîkayê dike

tenê li New Yorkê pêdivî bi 17 hezar amûran heye
کوردستان TV
100%

Li Amerîkayê ku rojbiroj hijmara miriyan û berketiyên Koronayê zêde dibe, rewş aloze, heta niha nêzî 300 hezar kesan bi Koronayê ketine û 7 hezar kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Rixmî tedbîrên tund yên xweparastinê Korona li Amerîkayê bilez belav dibe û rayedarên vê welatî jî berdewamin li ser stendina tedbîrên din.

Bi tenê li eyaleta New Yorkê heta niha zêdetir ji 3 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane.

Çapemeniya Amerîkayê behsa vê yekê dike ku Çîn di şerê dijî Koronayê de hevkariya Amerîkayê dike û hezar amûrên bêhndanê dişîne Amerîkayê.

Li New Yorkê jiber zêde bûna hijmara nexweşan pêdivî bi zêdetir ji 17 hezar amûrên bêhndanê heye lêbelê heta niha 2 hezar û 500 amûr hatine dabînkirin û duhê jî Çîn hezar amûrên din şande Amerîkayê.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.