Li Bakûrê Kurdistanê 600 kes bi Koronayê ketine

wezîr dibêje korona li Tirkiyeyê gelek bilez belav dibe
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostiya hikûmeta Tirkiyeyê, Korona gelek bilez li vê welatî belav dibe.

Duhê bi şev wezîrê tendirostî yê Tirkiyeyê eşkere kir ku bi tenê duhê cerbandinên nûjdariyê bo 106 hezar û 799 kes hatine kirin ku di nava wan de 15 hezar kes bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya wezîr, heta niha li Tirkiyeyê bi giştî 277 kes li Tirkiyeyê jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Herwiha hate zanîn ku Îstenbûl bajarê yekem yê Tirkiyeyê ye ku Korona têde herî zêde zirar gehandiye xelkê.

Li bajarên Bakûrê Kurdistanê jî 605 welatî bi Koronayê ketine. Hijmara herî zêde li bajarê Erzeromêye ku 86 kese, Sîwas 67 kes, meletî 49 kes, Dîlok 37 kes, Riha 34 kes, Mêrdîn 34 kes, Sêrt 32 kes, Agirî 29 kes, Amed 26 kes, Semsûr 26 kes, Wan 26 kes, Qers 25 kes, Îdir 25 kes, Bedlîs 22 kes, Erzingan 17 kes, Kilîs 16 kes, Mareş 15 kes, Xarpêt 9 kes, Çewlîg 8 kes, Colemêrg 7 kes, Êlih 7 kes, Erdehan 5 kes û li Şirnexê jî 3 ks bi Koronayê ketine.

N: E. G

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.