Girtîgeha Hesekê hîna di bin dorpêçê de ye

girtîgeh hatiye dorpêçkirin
کوردستان TV
100%

Çeteyên DIŞI`ê yên di Girtîgeha Sîna ya Hesekê de hewl dan birivin û qatek ji girtîgehê hîn jî di destê çeteyan de ye, Hêzên Antîterorê û Hêzên Koalîsyonê girtîgeh dorpêç kir û balafir li asmanê herêmê digere.

Şevê din saet di 22:00`an de çeteyên DIŞI`ê yên di Girtîgeha Sîna ya taxa Xiwêranê ya Hesekê hewl da birevin. Hêzên ewlekariyê yekser li herêmê belav bûn û Hêzên Antîterorê jî girtîgeh dorpêç kir û balafirên Koalîsyona Navdewletî jî li asmanê bajêr geriyan.

Di vê derbarê de û bi armanca zelalkirina bûyera li girtîgehê, gerînendeyê girtîgeha ku bi hezaran çeteyên DIŞI`ê ji 50 dewletên erebî û biyanî lê ne, Rûbar Hesen li qada girtîgehê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Rûbar Hesen diyar kir ku çeteyan destpêkê xwest bi Koalîsyona Navdewletî û komîteyên hiqûqnas re bicivin, piştre 2 kamerayên çavdêriyê şikandin. Hesen bal kişand ser ku çeteyan deriyên girtîgehê şikandin, paşê dîwarên odeyên girtîgehê bi hev ve girê didin, şikandin.

Hesen wiha got: "Niha qadek di destê girtiyên DIŞI`ê de ye û hejmarek ji çeteyan reviyan."

Rûbar Hesen got: "Parastina van çeteyan û ev bûyer ne tenê erka QSD`ê, di heman demê erka Koalîsyona Navdewletî ye jî, ji ber ku ji derora 50 dewletên biyanî hatine û kes ji van dewletan destekê nade."

Li girtîgehê hîn rewş bi fikar e, bi temamî nehatiye kontrolkirin û hêzên ewlekariyê li hundir û derdora girtîgehê ne

Anha

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.