Jineka 102 salî Korona bezand

hefteya derbasbûyî jî zilameke 101 salî baş bibû
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îtalya, jineka temen 102 salî ya bi navê Italica Grondona ku beriya 20 rojan bi Koronayê ketibû, piştî 20 rojan derman kirinê baş bûye û bi ser Koronayê de zal bûye.

Italica Grondona ku di sala 1917an de ji dayik bûye, beriya 20 rojan bi Koronayê ketibû, li nexweşxaneyê hatiye dermankirin û piştî 20 rojan cerbandinên nûjdariyê jê re hatine kirin û encam erênî bûne û kariye bi ser Koronayê de zal bibe û niha li mala xwe ye.

Hêjayê gotinêye ku li Îtalyayê hefteya derbasbûyî zilameke 101 salî jî ku bi Koronayê ketibû baş bûye û niha li Îtalyayê jiber Koronayê zêdetir ji 10 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.