Bi mûşekan êrîşî ser Siûdiyeyê hate kirin

dibêje her du mûşek ji aliyê pergala berevanî ve hatine teqandin
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Siûdî şeva derbasbûyî bi mûşekên balistîkî êrîşî ser paytexta vê welatî hatiye kirin.

Çapemeniya Siûdî belav kir ku duhê bi şev bi mûşekên balistîkî êrîşî ser Riyaza paytext hatiye kirin lê belê pergala berevaniya mûşekî ya Siûdî kariye mûşekan beriya ku bigehêjin armancên xwe di asmanê de biteqîne.

Rayedarekî Siûdî ji kanala El Erebiye re gotiye şeva derbasbûyî bi mûşekan êrîşî ser Riyazê hatiye kirin û li asmanê Riyazê pergala berevaniya mûşekî ya Siûdî kariye du mûşekên balistîkî beriya ku bigehêjin armancên xwe biteqîne.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.