Îran û Amerîka xwe bo şer amade dikin

dibêje her du alî xwe amade kirine
کوردستان TV
100%

Rojnameya The Jerusalem Post raporteke şîroveyî derbarê rewşa Rojhilata Navîn de belav kiriye û tê de behsa rewşa Îraqê û aloziyên navbera Îran û Amerîkayê kiriye.

Di raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku liv û teverên leşkerî yên Amerîkayê û herwiha yên Îranê li Îraqê vê yekê nîşan didin ku her du alî bo şereke mezin li Îraqê xwe amade kirine.

Di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê xwe li gel Îranê yek xistine û xwe amade dikin û niha rewşa Îraqê weke rewşa misabiqeya navbera du boksoran deye ku di nava qada misabiqeyê de li benda hev û dune.

Ji aliyeke din ve duhê rojnameya New York Tames belav kiribû ku wezareta berevanî ya Amerîkayê bi nihênî pilan bo êrîş kirine ser komên çekdar yên ser bi Îranê amade kiriye û li gor pilanê jî di warê leşkerî de hêzên Amerîkî xistiye liv û tevgeran.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.