Piştî derketin û belav bûna Koronayê hikûmeta Kurdistanê bilez li seraserê Kurdistanê dest bi stendina tedbîrên pêwîst bo pêşî girtin ji Koronayê kir.
Hikûmet qedexeya hatûçû ragihand, cîhên giştî daxist, hatûçûya navbera bajar û bajarokan qedexe kir, mizgeft, debistan û navendên xwendinê jî daxist. Herwiha deriyên sînorî yên Kurdistanê jî daxist û çend tedbîrên din stend û herwiha daxwaz ji welatiyan jî kir ku li mal bimînin û dernekevin.
Piştî wan tedbîr û pêngavên hikûkmetê, bi çavdêriya wezareta pilandanan komîteya amar ya Kurdistanê bi awayekî online rapirsiyek li ser piştgîrî kirina welatiyan ji pêngavên hikûmetê pêk anî û ji sedî 86ê kesên ku beşdarî di rapirsiyê de kirine tedbîrên hikûmetê bi baş wesif kirine û piştgîriya xwe bo wan tedbîran diyar kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin