Hêzên ewlekarî yên Îranê daxwaza pereyê ji xelkê dikin

ev du roje li Şino û derdorê pere kom dikin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, ev du roje hêzên ewlekarî yên Îranê li bajarê Şino û derdorê dest bi kom kirina pereyan kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê, li bajarê Şino û derdorê mal bi mal digerin û di bin navê kirîna derman û amûrên tendirostî, pere ji xelk û şêniyên deverê distînin.

Jêder eşkere kirine ku hêzên ewlekarî ji xelkê re dibijin ku bi hevkarî kirina kesên bi Koronayê ketine û herwiha bo kirîna derman û amûrên nûjdariyê lazime pere bidin hêzên ewlekarî.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.