Li Îtalyayê zêdetir ji 9 hezar kesan canê xwe ji dest dane

di 24 seatan de 919 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Îtalî, jiber Koronayê rojbiroj hijmara ew kesên ku bi Koronayê canê xwe ji dest didin di zêde bûnê deye.

Çapemeniya Îtalî belav kiriye ku bi tenê di nava 24 seatên derbasbûyî de 919 welatiyên din li vê welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Rayedarên Îtalî behsa vê yekê kirine ku heta niha zêdetir ji 9 hezar welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û ji sedî 60ê mirinê li herêma Lombardiayaye.

Herwiha hate diyarkirin ku heta niha zêdetir ji 86 hezar welatiyên din jî bi Koronayê ketine.

Korona li seraserê cîhanê hate niha canê 26 hezar û 455 kesî stendiye.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.