Wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê belav kirk u hewl û çalakiyên wezaretê yên taybet bo pêşî girtina Koronayê didomin.
Li gor daxuyaniya wezareta pêşmerge, ev demeke bo pêşî girtina Koronayê, dest bi reşandina dermanê li cîh, navend û sengerên hêzên pêşmerge hatiye kirin û niha ev prosesa han didome.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku heta niha beşeke zêde ji senger, navend û cîhên taybet yên hêzên pêşmerge hatine dermankirin û prosesa han jî berdewam dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin