Nuneratiya hikûmeta Kurdistanê li Franseyê daxuyaniyek weşandiye û tê de hayedarî daye welatiyên Kurdistan û Îraqê yên ku li Franseyêne û dixwazin vegerin Kurdistan û Îraqê.
Di daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku jiber belav bûna Koronayê hin tedbîrên ewlekarî li Franse û welatên din yên Ewrûpayê hatine stendin û ev yek jî bûye sedem ku têkilî rast rast di navbera me û welatiyên Kurdistan û Îraqê de kêm bibin.
Lê em weke nuneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li Franseyê hayedariyê didin welatiyên Kurdistan û Îraqê ewin ku dixwazên vegerin Kurdistan û Îraqê dikarin bi rêya vê emailê têkilî li gel me deyinin daku hewl bo vegerandina wan were dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin