Birêveberatiya polîsê Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde behsa vê yekê kirk u roj bi roj bi qaçax birina mirovan di zêdebûnê deye.
Birêveberatiya polîsê Hewlêrê eşkere kiriye ku mixabin hinek kes û alî guhê bi şîret û tedbîrên tendirostî yên bo rûbirû bûna Koronayê binpê dikin û jiber hebûna qedexeya hatûçûyê, bi tirimbîlên xwe di nava bajar, bajarok û deverên cuda cuda de, xelkê bi awayekî qaçax vediguhezin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku îro tirimbîlek li ser rêya navbera Giwêr û Hewlêrê de hatiye girtin ku têde çend welatiyên Ereb yên şêniyên deverê hebûne û ajovan xwestine wan welatiyan bi awayekî qaçax bo nava bajarê Hewlêrê veguhezê.
Polîs eşkere kiriye ku bi tundî li hember ew kesên ku karên bi vê rengî dikin diwestin û lazime kes hewl bo têk dana ewlekariya tendirostiya Kurdistanê nede.
Weke tê zanîn beriya çend rojan jî du carên din bûyerên bi vê rengî qewmî bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin