Birêveberatiya polîs hatûçûyê li Hewlêrê ragihand ku heta niha zêdetir ji 2 hezar ajovan hatine cezakirin.
Di daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku di 11 rojên derbasbûyî yên qedexeya hatûçûyê de, jiber pêbend nebûna wan bi biryarê û şîretên tendirostî li Hewlêrê zêdetir ji 2 hezar ajovan hatine cezakirin. Cezayên ku hatine dayîn darayîne û di hin haletan de jî dest bi ser dîplomeya ajovanan de hatiye girtin.
Herwiha hatiye eşkere kirine ku dest bi ser hijmareke zêde tirimbîlan de jî hatiye girtin û du ambulansên nexweşxaneyên taybetî ku xwestine xelk bo nava bajarê veguhêzên hatine girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin