Peyvdarê polîsê hatûçûya Hewlêrê diyar kir ku duhê hêzên polîs karîne, kesek ku dixwest 29 welatiyên Ereb bêyî cerbandinên nûjdarî bi awayekî qaçax derbasî Hewlêrê bike, binçav kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku duhê li navenda kontrol kirina rê ya li ser rêya navbera Hewlêr û Mamzawa de, hêzên polîs tirimbîlek pişkinîne û derketiye di nava tirimbîlê de 29 welatiyên Ereb hene û ajovan jî li hember wergirtina pereyan xwestiye ev welatiyên han bêyî cerbandinên nûjdariyê derbasî Hewlêrê bike.
Hêzên polîs dest danîne ser tirimbîlê, ajovan jî girtine û welatiyên Ereb jî radestî hêzên asayîş û tîmên tendirostî kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin