Li Îranê herî kêm 37 nûjdar û perestar canê xwe ji dest dane

tenê li Qumê 170 nûjdar û perestar bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya belav bûna Koronayê li Îranê de, hijmara miriyan li vê welatî roj bi roj zêdetir dibe û Korona bi awayeke bilez li Îranê jî belav dibe.

Li gor nûçeyeke Îran international ji destpêka belav bûna Korona li Îranê heta niha bi giştî 24 nûjdar û dermansaz, 13 perestar û 12 karmendên tendirostiyê li Îranê jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Ji aliyeke din ve berpirsê giştî yê zanîngeha nûjdariya Qumê Mihemed Reza Qedîr eşkere kiriye ku bi tenê li bajarê Qumê 170 nûjdar û perestarên vê bajarê bi Koronayê ketine.

WN: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.