Li Îraqê 19 kesên din bi Koronayê ketin û qedexeya hatûçû hate dirêj kirin

heta niha 233 kes bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Hikûmeta Îraqê biryar daye daku bo pêşî girtin ji Koronayê qedexeya hatûçû li bajarên Îraqê dirêj bike.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Îraqê vê qedexeya hatûçû heta 28ê Adarê berdewam be

Ji aliyeke din ve komîteya rûbirû bûna Koronayê ya Îraqê eşkere kir ku îro li bajarên curbicur yên Îraqê 19 kesên din bi koronayê ketine .

Li taxa nûjdarî ya li Bexdayê jî sê kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Li gor amaran hijmara kesên ku bi Koronayê ketine li Îraqê bûye 233 kes.

N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.