Dana Gas: Em li ser karên xwe berdewam dibin

dibêje me tedbîrên pêwîst li hember Koronayê stendine
کوردستان TV
100%

 

Kompaniya Dana gas ya bo hêlbirîna gaza xwezayî ragihand ku ev li ser kar û çalakiyên xwe yên li Kurdistanê de berdewam dibin.

Li gor daxuyaniya kompaniyê dabezîna buhayê petrol û gazê bandor li ser kar û çalakiyên wan nekiriye û ev berdewamin li ser prosesa hêlbirîna gaza xwezayî.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku bo ku Korona li berdem prosesa hêlbirîna gazê nebe asteng, tedbîrên hewce yên tendirostî bo tevahiya karmendan hatine stendin.

N: E. G

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.