Zanîngeha Johns Hopkins: Hejmara pêketîyên vîrusa Korona 300,000 derbaz kir

piştî Îtalyayê Îspanya duyeme
کوردستان TV
100%

Zanîngeha Johns Hopkins ya li Amerîka ragihand ku hejmara pêketiyên vîrusa korona yên li seranserê cîhanê 300,000 derbaz kir.

Li gor agahiyên wê zanîngehê, vîrusa korona heta niha 13049 kes kuştine.

Îtalya bi 4825 mirinên ji vîrusa korona li rêza pêş e.

Li dû wê, bi 3144 mirinên li Hubei, Çîn û 1381 mirinan Îspanya tê.

Pêzanîn dawî dîyar dikin ku li Washingtonê 94 û li New Yorkê jî 76 kesan bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.