Serokwezîr daxwaz ji xelkê dike xwe biparêze

dibêje dev ji berejwendiyên xwe yên taybetî berdin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê belav bûna Koronayê de peyamek weşand û daxwaz ji xelkê kir xwe biparêze, ev tekesta peyama Serokwezîre;

Daxwaz ji welatiyên hêja dikim pêbendî şîretan bin

Mixabin hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin li herêma Kurdistanê de bi taybetî li parêzgeha Silêmanî zêde dibe, sedema vê jî ewe ku weke pêwîst hevkariya dezgehên têkildar nayê kirin û beşek ji xelkê tedbîr û şîretên xweparêziyê cîhbicîh nakin.

Daxwaz ji welatî û şêniyên herêma Kurdistanê dikim ku pêbendî şîret û tedbîrên xweparêziyê yên her du wezaretên tendirostî û navxwe bin daku pêşî ji zêdetir belav bûna Koronayê were girtin.

Rexmî agehdar kirin û stendina tedbîrên pêwîst ji aliyê dezgehên têkildar yên hikûmetê ve, mixabin, hîn jî hinek alî li ser binpê kirina wan şîret û tedbîran berdewamin û bi vê kiriyara xwe jî netenê jiyana xwe belku jiyana kesûkar û tevahiya xelkê Kurdistanê dixin metirsiyê.

Mixabin hijmara kesên bi Koronayê ketine li herêma Kurdistanê bi taybetî li parêzgeha Silêmanî zêde dib, sedema vê jî cîhbicîh nekirina şîret û tedbîran ji aliyê hinek kesan ve û bin pê kirina wan tedbîran jî li deriyên sînorî didome. Ti berejwendiyeke taybetî ne hêjaye ku jiyana xwe û xelkê jî bixin bin metirsî û gefan, liwir lazime dezgehên têkildar yên hikûmeta herêmê tedbîrên tundtir bistînin û li hember kesên ku tedbîran binpê dikin û bi jiyana xelkê dilîzin helwesteke tund bistînin û wan rûbirûyê zagonan bikin. Hêvî dikim welatiyên hêja zêdetir bi metirsiya vê vîrosê bihesin, tiştê ku li ser hikûmetê bûye me kiriye û em berdewam dibin, lê lazime tevahiya me hevkarên hev û du bin, rola hikûmet û welatiyan di vê rewşa han de temamkera hev û dune.

Karînên pergala tendirostiya herêma Kurdistanê kêmin, di dema zêdetir belav bûna Koronayê de kêşeyên heyî vê zêdetir bibin û vê demê jî gazinde bi hawara kes de nayê. Bi cidî wernegirtin anjî her binpê kirinek mimkune encamên terajîk bi xwe re bîne, lazime her kes û tevahiya aliyan dev ji berejwendiyên xwe yên taybetî berdin û di xema giştî ya xelkê Kurdistanê de bin, jiber ku kes nikare xwe ji bandor û encamên Koronayê biparêze.

Daxwaz ji welatiyên Kurdistanê dikim bi hesteke berpirsiyarane tedbîr û şîretan liber çav bigirin û jiyana xwe, kesûkar û welatiyan biparêzin, rîca ji we dikim di vê dema diyar kirî de li malên xwe de bimînin û kêmtir hatûçû bikin û bila têkiliyên we kêm bin.

Di dawî de spasiya berxwedana piraniya gelê Kurdistanê dikim, rêzdariya xwe jî bo tîmên tendirostî û ev nûjdar û perestarên ku di eniya pêş ya rûberûbûna Koronayê de ne raber dikim, spasiya hêzên navxwe, karmendên şaredarî, elektirîk û tevahiya dezgehên xizmetgozarî dikim ku bi şev û roj li ser parastina xelk û cîhbicîh kirina şîretan de berdewamin.

Xwedê mezin tevahiya me biparêze û Kurdistana me jî ji her nexweşiyekê bidûr bigire.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.