Pompeo: Çend karmendên wezareta derve bi vîrusa Korona ketine

dibêje emê tedbîrên xwe zêdetir bikin
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo diyar kir ku hin karmendên wezaretê yên li seranserê cîhanê bi vîrusa korona ketine.

Pompeo di preskonferansa li wezaretê de da zanîn ku testên hijmarek kêm ji karmendên wezareta derve pozîtîf derketine.

Wî diyar kir ku ew tedbîrên bo hemî Amerîkîyên testên wan yên vîrusa korona pozîtîf derketine werdigirin, seba karmendên wezaretê yên bi wê nexweşîyê ketine jî werdigirin.

Vîrusa korona li temamê Amerîka ketiye canê 4527 kesan û bi kêmî ve 88 kes kuştine.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.