Tendirostiya cîhanî: Em dilgiranin

dibêje tedbîrên xwe zêdetir bikin
کوردستان TV
100%

Saziya tendirostiya cîhanî derbarê belav bûna Koronayê de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, Korona gelek bilez li cîhanê belav dibe û ev yek jî dibe sedema dilgiraniyê.

Saziya tendirostiya cîhanî hevdem ku dilgiraniya xwe ya li hember bilez belav bûna Koronayê diyar kiriye, daxwaz jî kiriye daku tedbîrên hember Koronayê zêdetir û tundtir bibin û her kes bi her awayî hewl bo xwe parstinê bide.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de tekez li ser giringiya xwe qerentîne kirin û cerbandinên nûjdariyê hatiye kirin.

Saziya tendirostiya cîhanî herwiha eşkere kiriye dema kesek bi Koronayê dikeve lazime were qerentînekirin û ev kesên ku du roj beriya ketin bi Koronayê li gel di têkiliyê de bûne werin eşkerekirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.