Li Silêmanî du kes ku gef li Rojnamegerek kiribûn û hevjîna vî jî refandibûn ji aliyê polîs ve hatin girtin.
Birêveberatiya asayîşa Silêmanî ragihand ku piştî kesek ku Rojnamegere û hevdem çalakvanê mafên mirovane, li birêveberatiya asayîşa Silêmanî doz li hember du kesan vekiriye û gotiye: Hevjîna vî refandine û bi awayekî hovane li hember vê tevgeriyane û wêneyên vê yên xirab girtine û li min jî dane, hêzên asayîşê dest bi lêkolînê kirine û piştî biryara dadwer karîne di nava du seatan de ev du kesên han binçav bikin.
Piştî binçav kirinê ev du kes li tawana xwe mokir hatine û niha dosyeya wan radestî dadgehê tê kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin